?>

"Hevpeymaniya Kurdistanî" lîsteya Kurdan jibo hilbijartina pêşerojê ya asta parêzgehan li Iraqê

Partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li ser beşdariya di Hilbijartina Konseyên Parêzgehan a Iraqê di sala 2020 da di çarçova lîsteyeka yekgirtî da li hev kirin.

ABNA:  Partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di civîneka hevpar li Hewlêrê ku îro anku Şemiyê hat lidarxistin, li ser beşdariya di Hilbijartina Konseyên Parêzgehan a Iraqê da di çarçova lîsteyeka hevpar a bi navê "Hevpeymaniya Kurdistanî" da li hev kirin.

Li gorî hevhatina navbirî, partiyên Kurdistanî li Kerkûk û navçeyên din ên kêşeliser ku dikevin bin xala 140 a Qanûna Bingehîn a Iraqê jî bi lîsteyeka hevpar dê beşdarî Hilbijartina Konseyên Parêzgehan a Iraqê bibin.

Partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê derbarê rêforma li Qanûna Hilbijartinan a Konseyên parêzgehên Iraqê de nerazî ne û wê li dijî berjewendiyên Kurdan dizanin û amaje pê dikin ku ev qanûn awareyên navçeyên kêşeliser û gellek ji rûniştiyên sereke yên van naçeyan ji mafê dengdayînê bêpar dike û mafê dengdanê dide wan erebên ku di çarçova siyaseta erebkirinê ya Rêjîma Beis da bo van navçeyan hatine veguhestin.

Hilbijartina Konseyên Parêzgehan a Iraqê biryar e 1`ê Nîsana 2020ê were lidarxistin.

.......
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*