?>

Hewlêr û Bexdayê liser bûce û niftê tam lihev kirin

Hewlêr û Bexdayê liser bûce û niftê tam lihev kirin

Endamekî Kurd ê Parlimana Iraqê ragihand ku desteyên Herêma Kurdistanê û dewleta Iraqê piştî çend roj civînên bidûhev, têkildarî niftê û bûca Herêma Kurdistanê lihev kirin.

ABNA: Desteya muzakireker a Herêma Kurdistanê bi seredanên bo Bexdayê bi rayedarên Iraqê re derbarê nift û bûca Herêma Kurdistanê ji bûca giştî ya sala 2020 a Iraqê gotûbêj kir.

Şêrvan Mîrza endamê Komsyona Aborî ya Meclisa Iraqê îro di hevpeyvîna digel Kanala Rûdawê di vî warî de ragihand ku her du alîyan têkildarî hûrgilîyên radestkirina nifta Herêmê bo Bexdayê û pişka Herêma Kurdistanê ji bûca giştî ya Iraqê lihev kirine.

Wî herwiha got: "Pişka Herêma Kurdistanê ji bûca Iraqê zêde bûye û Herêma Kurdistanê yê di rojê de 250 hezar bermîl niftê radestî dewleta Iraqê bike û xercên derxistin û firotina wê niftê jî yê dewleta Iraqê bide û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di bin çavdêrîya Şirketa Netewî ya Firotina Nifta Iraqê yê xerc û destmiza şirketên niftê yên çalak li pişka nifta Herêma Kurdistanê dabîn bike û bi giştî her meh dê Tirilyonek Dînar ji bûca Iraqê weke pişka Herêma Kurdistanê radestî Hewlêrê bê kirinê."

 Şêrvan Mîrza endamê Komsyona Aborî ya Meclisa Iraqê herwiha got ku bûca hêzên Pêşmerge jî zêde bûye û ew hêzana ji çarçova Wezareta Berevanîya Iraqê derketine û miaşê wan yê digel miaşê karmend û miaşwergirên Herêma Kurdistanê were dayînê û ji diravên deyn ên ji derve bo Iraqê tên wergirtinê yê sedî 14 pişka Herêma Kurdistanê be û herwiha ji bûca avedankirina parêzgehên Iraqê jî dê pişkek jibo Herêma Kurdistanê be.

..........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*