?>

Hewlêrê derbarê berjewendîyên aborî yên Tirkîyê li Herêma Kurdistanê de Enqere hişyar kir

Hewlêrê derbarê berjewendîyên aborî yên Tirkîyê li Herêma Kurdistanê de Enqere hişyar kir

Rayedarekî sîyasî ragihand ku Serokê Herêma Kurdistana Iraqê dewleta Tirkîyê derbarê xetera himberî berjewendîyên aborî yên vî welatî li Herêma Kurdistanê di rewşa dewama êrişa ser axa Sûrîyê de hişyarî kir.

ABNA: Malpera Nûçan a Bexdad Al Yewmê îro ji zarê rayedarekî sîyasî ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de bo dewleta Tirkîyê hişyarî daye ku heke êrişa ser deverên di bin kontrola hêzên Kurd li bakura rojhilata Sûrîyê de bidome, ew dê zîyanê bigihîne berjewendîyên aborî yên Tirkîyê li Herêma Kurdistanê.

Ligorî gotina wî rayedarê sîyasî ku navê wî nehatîye aşkirakirinê, Barzanî peyamek gîhandîye delweta Tirkîyê û tê da dewleta Tirkîyê hişyar kirîye ku heke êrişa ser bakura Sûrîyê bidome, diqewime berjewendîyên aborî yên wî welatî li Heêrma Kurdistanê bikevin ber xeterê.

Vî rayedarî herwiha ragihandiye ku Barzanî di peyama xwe da herwiha pêgirî kirîye ku ew derbarê berteka tund a Kurdên Iraqê himberî Tirkîyê hîç garantîyekê nade û diqewime hêresbûna wan ji ber êrişa Tirkîyê ser bakura rojhilata Sûrîyê bandoreke xirab li peywendîyên Hewlêr û Enqerê bike.

Vî rayedarî di dawîyê de ragihandiye: Hegera şandina wê peyamê jî ev e ku êrişa Tirkîyê ser Sûrîyê bûye sebeb ku Barzanî bikeve tengasîyê nemaze ku Nêçîrvan Barzanî ji ber peywendîyên guncav digel Tirkîyê xêra aborî dibîne.

.........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*