?>

Hêzên Pêşmerge dê vegerin Kerkûkê

Hêzên Pêşmerge dê vegerin Kerkûkê

Çavkaniyeke leşkerî ya Iraqê ragihand, Hêzên Pêşmerge dê vegeriyana xwe bo parêzgeha Kerkûkê piştî lihevhatin atev dewleta federal a Iraqê dest pê bikin.

ABNA24 : Vê çavkaniya leşkerî ragihand: Heşt ji efserên tîpên yek û du yên Hêzên Pêşmerge sibe Yekşemiyê dê tev li odeya operasiyona hevpar li baregeha K1 a Kerkûkê li bakurê Iraqê bibin.

Çavkaniya navbirî ragihand: Di heyama heft heta 15 rojên destpêkê, yekemînm koma Hêzên Pêşmerge dê vegerin parêzgeha Kerkûkê û ev yek bo cara yekem ji Cotmeha 2017an piştî kêşeya digel artêşa Iraqê li pey giştpirsîna serxwebûnê pêk tê.

Vê çavkaniyê destnîşan kir: Hêzên Pêşmerge dê hêdî hêdî vegerin Kerkûkê û heke rewş bi başî pêşda here, dê heta Tebaxa 2021ê du tîpên mezin ên Hêzên Pêşmerge li parêzgeha Kerkûkê bi cih bibin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*