?>

Hikûmeta Herêma Kurdistanê tivdîrên girtina pêşîya Koronayê şidandin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê tivdîrên girtina pêşîya Koronayê şidandin

Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê di çarçova sekinîna himberî belavbûna vîrûsa Koronayê de hatinûçûyîna di navbera parêzgeh û bajêran qedexe kir, karê otobos û mînîbosan di navbera bajaran de da sekinandinê û hêzên emnî jî hevgavê personelên dermankirinê jibo qerentînekirinê û girtina pêşîya derketina welatîyan ji malên xwe ketin dewrê.

ABNA: Ligorî dawîn amara tûşbûîyên vîrûsa Koronayê li Herêma Kurdistanê, hejmara wan kesan giheştîye 27 kesan û kesekî di encamê de canê xwe ji dest daye û di vî halî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê tivdîrên ku ji çend hefteyan berî nika ve jibo girtina pêşîya belavbûna vîrûsa Koronayê destpê kiribûn, giran kirin.

Ji hêla din ve li Silêmanîyê jî hêzên emnî hevrê digel personelên dermankirinê û tixtoran jibo sepandina qerentîna tam ketin dewrê û dest bi gerreçavdêrîya li bazarê û cihên giştî û girtina pêşîya kombûn û qerebalixîyê kirin.

Wezareta Karên Navxweyî ya Herêma Kurdistanê jî welatî hişyar kirin ku kesên bi qest qanûnên qerentînê û parastina tenduristîya welatîyan binpê bikin û xetera tûşbûn û belavbûna vîrûsa Koronayê zêde bikin, dê pêrgî tawana kuştina biqest bibin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha geştên esmanî yên ji 34 welatên ewrûpî ku vîrûsa Koronayê li wan belav bûye, qedexe kirin û berî vîya jî derbasbûna rêwîyan ji Îranê bo wê Herêmê qedexe kiribû.

...............
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*