?>

Hikûmeta Rizgarîya Neteweyî ya Yemenê: Bajarê Maribê ketiye ber hedefa rasterast a artêş û komîteyên gel ên Yemenê

Hikûmeta Rizgarîya Neteweyî ya Yemenê: Bajarê Maribê ketiye ber hedefa rasterast a artêş û komîteyên gel ên Yemenê

Endamekî Hikûmeta Rizgarîya Neteweyî ya Yemenê tekez kir ku bajarê Maribê niha ketiye ber hedefa rasterast a artêş û komîteyên gel ên Yemenê û şerên qedersaz û girîng li derdora wî diqewimin.

ABNA24 : Endamekî Hikûmeta Rizgarîya Neteweyî ya Yemenê Ebdulwehab El-Mehbeşî îro di hevpeyvîna bi televîziyona libnanî ya Al-Mayadeen re got: Guhertinên leşkerî yên li bajarê Maribê bi zelalî bandor li ser asta giştî ya şerê qehremanî yê miletê Yemenî li dijî koalîsyona dagîrker a Siûdî-Amerîkî dike. û li derdora Maribê şerê qederê diqewme.

El-Mehbeşî tekez kir ku bandora meydanê li Marib eşkere ye, ji ber ku hemî daxuyaniyên welatên Rojavayî li ser herêmê didin vê meselê bi eşkera têxe berçavan.

Endamê Hikûmata Rizgarîya Neteweyî ya Yemenî dîyar kir ku şerê Marib naha ne di navbera Sanayê (Hikûmeta Rizgariya Neteweyî) û kirêgirtên siûdî de ye, lê naha li Marib di navbera artêş û komîteyên gel ên Yemenî û hevalbendiya Siûdî-Amerîkî şerê giran berdewam dike.

Ev hevalbendiya bi gişt hêzêa xwe şer dike û bajarê Marib ji esmîn bombebaran dike ku pêşiya têkçûna xwe bigire, lê em bawer in ewê têk biçin.

Di 24 saetên borî de, balafirên şer ên hevpeymaniya Siûdî 20 caran deverên cûrbicûr ên parêzgeha Marib bombebaran kirin, eva di rewşekê de ye ku şer û pevçûnên giran di nav  artêş û Komîteyên Gel ên Yemenê ji aliyekê ve bi çekdarên girêdayî serokomarê îstîfakirî yê Yemenê Ebdul-Mensûr Hadî û kirêgirtiyên Siûdî ji aliyê din ve li derdora Maribê berdewam dikin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*