?>

Hizbullah Iraqê: Emê êrişî cihên wisa bikin ku neyê xeyala wan jî

Hizbullah Iraqê: Emê êrişî cihên wisa bikin ku neyê xeyala wan jî

Berpirsê Ewlehiyê yê Ketayîba Hîzbullaha Iraqê Ebû Elî Eskerî dibêje ku ewê bersiveke dijwar bidin êrîşên esmanî yên Amerîkayê.

ABNA24 : Ebû Elî Eskerî di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: “Şerkirina li dijî artêşa dagirkeran biryareke bi temamî iraqî ye û ti aliyekî derve destwerdanê tê de nake û heta vekişîna serbazê herî dawî yê hêzên dagirkeran ji welatê me, veger ji biryarê tune ye.”

Eskerî eşkere kir: “Armancgirtina nûnerên dîplomasiyê ji aliyê Bereya Muqawemeya Iraqê ve karekî redkirî ye û biryara Iraqê ew e ku nabe bi ti awayî êrîşî nûnertiyên welatan were kirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de diyar kiriye: “Divê dijmin ji peyamê fêm bike, bersivdan dê gelek dijwar be û emê êrîşên xwe li ser çend xalan berfireh bikin ku nehatibe xeyala wan jî, herwiha emê pîvana gurza xwe bo qonaxekê zêde bikin ku veger jê nîne.”

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*