?>

HRE: 12 çete hatin kuştin û 9 jî birînda bûn

HRE: 12 çete hatin kuştin û 9 jî birînda bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Efrîn û Babê yên dagirkirî li dijî dagirkeran rêzeçalakî lidarxistine. Di encamê de 12 çete hatine kuştin û 9 çete jî birîndar bûne

ABNA24 : HREê ragihand ku hêzên wan li dijî nêzîkatiyên dewleta Tirkiyê a dagirker a li dijî gorên şehîdên Efrînê, di navbera 16 û 19`ê Tîrmehê de, li Efrîn û Babê rêzeçalakiyên bibandor li dar xistine.

HRE dibêje:"Di roja 16`ê Tîrmehê de, li gundê Elemdara ya navçeya Raco, hêzên wê êrişeke sabotajê hat lidarxistin. Di encama vê êrişê de 3 çete hatin kuştin, çeteyek jî brîndar bû.

Di roja 18`ê Tîrmehê de jî li bajarê Efrînê, li taxa Wêlat, çalakiyek sabotajê hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de erebeyek hat teqandin, 2 çete jî birîndar bûn.

Di roja 19`ê Tîrmehê de, li herêma Babê li hember çeteyên dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 erebeyên bi doçka hatin îmhakirin û bi qasî ku hat zelalkirin, 7 çete hatin kuştin, 5 çete jî birîndar bûn. Di heman rojê de, li gundê Kilcibrîn ya navçeya Ezazê, di encama çalakiyekê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

Di wan çalakiyan de bi giştî; 12 çete hatin kuştin, 9 çete jî birîndar bûn.

Ev çalakî ji bo tolhildana nêzikatiyên dermirovî ya dewleta Tirkiyê a dagirker ku li hember şehîdgeheke Efrînê, hatin lidarxistin."

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*