Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku li herêma El-Babê ya dagirkirî di encama çalakiyên hêzên wan de 7 çeteyên Artêşa dagirker a Tirkiyê hatine kuştin.
ABNA24 : HRE bi daxuyaniekê ragihand ku li dijî êrişên dewleta Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê, çalakiyên wan ên bersivdanê dewam dikin.
Li gorî daxuyaniya HRE di 17'ê Hezîranê de li gundê Eblê yê bajarokê Babê yê dagirkirî 2 çalakî hatin lidarxistin.
Hate ragihandin ku di encama van herdu çalakiyên taybet de 7 çete hatin kuştin, 7 çete jî birîndar bûn.
HRE'yê diyar kir ku di çalakiyan de wesayiteke çeteyan jî hatiye rûxandin.
342/