?>

Hûrgiliyên seretayî ji şehîdbûna du balefirvanên Baregeha çarem a Dizfûlê hatin ragihandin

Hûrgiliyên seretayî ji şehîdbûna du balefirvanên Baregeha çarem a Dizfûlê hatin ragihandin

Qayîm Meqamê Şaristana Dizfûlê li parêzgeha Xûzistanê li başûrê rojavayê Îranê hûrgiliyên seretayî yên şehîdbûna du balefirvanên Baregeha çarem a balefirên şêrr a Dizfûlê şirove kirin.

ABNA24 : Elî Ferehmend, Qayîm Meqamê Şaristana Dizfûlê di gotûbêja bi Mehr Newsê ra got: Îro Sêşemiyê ji ber bûyereke bejahî di qada leşkerî ya baregeha çarem a balefirên şêrr a Dizfûlê du balefirvan şehîd bûn.

Qayîm Meqamê Şaristana Dizfûlê her wiha got: Navçeya ku bûyer tê da qewimiye ji aliyê Parastina artêşê vahatiye qerentînekirin û tîmên birxandinê di halê vekolandina mijarê û sedema sereke ya bûyerê ne.

Li gorî gotina Ferehmend, Balefirên vê baregehê tûşî ziyanê nebûne.

Qayîm Meqamê Şaristana Dizfûlê her wiha got: Berûlayên cûrbicûr ên bûyerê di halê nirxandinê da ne û hûrgilî dê piştra bên ragihandin.

Pêştir çavkaniyên ne fermî ragihandibûn, Îro balefireke leşkerî ya F5 li Baregeha çarem a Dizfûlê beriya firrînê tûşî bûyerê bûye û du balefirvan şehîd bûne.

Navê van du balefirvanan Kiyanûş Bestamî û Husên Namî ye.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*