?>

Husên Emîr-Ebdullahiyan: Lihevkirin di gel Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê pêkan e

Husên Emîr-Ebdullahiyan: Lihevkirin di gel Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê pêkan e

Wezîrê karên derve yê Îranê, got: Lihevkirin di gel Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê pêkan e.

ABNA24 : Husên Emîr-Ebdullahiyan roja çarşemiyê di twîterê da raporek ji hevdîtin û gotûbêja di gel Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê belav kir û ragihand: Li Têhranê gotûbêjeke germ, aşkira û kêrhatî tev Rafaêl Grossî pêk hat.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha ragihand: Me derbaerê dewama hevkariyan hin lihevkirinên baş bi dest xistin, lê bidawîanîna nivîsa wê hewcetî bi xebateke zêdetir derbarê çend peyvan heye.

Husên Emîr-Ebdullahiyan bi gotina vê yekê ku lihevkirin pêkan e, destnîşan kir: Siyasîkirina mijarên teknîkî ne-avaker e.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*