?>

Îdiayên li bara hebûna pêşmergan li Lîbyayê û şik û gumanên li bara xebata hêzên Zêrevaniyê yên Herêma Kurdistanê

Îdiayên li bara hebûna pêşmergan li Lîbyayê û şik û gumanên li bara xebata hêzên Zêrevaniyê yên Herêma Kurdistanê

Bi weşandina hin nûçeyan li bara heûna hêzên Pêşmerge yên nasiyar bi Roj`ê ser bi hêzên zêrevaniyê ser bi Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistana Iraqê li Lîbyayê, xebata hêzên zêrevaniyê gelek hatiye rexnekirin.

ABNA: Heftiya buhurî eskerên ser bi Xelîfe Hefter li Lîbyayê ragehandin ku Tirkiyê hêzên pêşmerge yên nasiyar bi  Rojê ku ji nav kurdên Sûriyê ne û ji aliyê PDK va wek beşek ji hêzên Zêrevaniyê ser bi Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, hatine damezandin û çekdarkirin, bo şêr şandine Lîbyayê.

 Weşandina van nûçan hin hellahella li Herêma Kurdistanê û hin rexne ji hêzên pêşmerge yên nasiyar bi  Rojê û bi taybet hêzên Zêrevaniyê pêk anîne.

Malpera nûçan a  Miletê bal kişandiye ser hin babetên binpêkirina qanûnan  li  Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên Zêrevaniyê û nivîsî:  Babeta herî eşkere ya binpêkirina qanûnan ji aliyê hêzên Zêrevaniyê va eva ye ku  beşek ji hêzên ser bi Wezareta Navxwe bi şikla qaçax û neqanûnî bin fermana welatekî din bo şêr li welatên sêhem hatine xebitandin ji ber ku  beşek ji hêzên Rojê ku ser bi zêrevaniyê ne bin fermana Tirkiyê nepenî bo şêr hatine şandin bo Lîbyayê.

Rojên buhurî, Ehmed Mismarî, berdevkê mîlîtanên ser bi Xelîfe Hefter li Lîbyayê dewleta Tirkiyê tawanbarî bikaranîna hêzên pêşmerge yên Rojê bo şerê li djî van mîlîtanan kir û got: Tirkiyê hêzên Pêşmerge yên nasiyar bi Rojê şandine Lîbyayê û hin ji wan li Lîbyayê hatine girtin û navê kesekî li vê komê ragehand lê fermandetiya pêşmergeyên Rojê her cure peywendiya  navbera  kesên girtî  li Lîbyayê bi van hêzana ra derew da zanîn.

Partiya Demokrat a  Kurdistana Iraqê jî teqez kir ku kesê hatiye girtin qet endamê hêzên Pêşmergeyên Rojê nebûye û armanca van nûçana  bêrûmetkirina van hêzana bûye.

Di hemen demê de Serko Azad Gulalî, Parlimanterê YNK li parlemana Herêma Kurdistanê li nameyekê bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê serokatî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê rexne kirine û teqez kiriye ku damezrandin, dabînkirina û pergalkirina van hêzana di sala 2012an de ser fermana  Mesûd Barzanî serokê PDK ji destpêka va  li dijî qanûnên Iraqê û Herêma Kurdistanê bûye.

.............
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*