?>

Îran 2 derîyên sînorî yên hevpar digel Helebçê bi fermî nas dike

Îran 2 derîyên sînorî yên hevpar digel Helebçê bi fermî nas dike

Di hevdîtina Parêzgarê Kirmanşanê û Wezîrê Ewqafê yê Herêma Kuridstanê, Parêzgar û Qayimeqamê Helebçê de hat ragihandin ku Îran 2 derîyên sînorî yên hevpar digel Helebçê bi fermî nas dike.

ABNA: Duh Çarşemê desteyeke parêzgeha Kirmanşanê bi serokatîya Parêzgar Hûşeng Bazvend seredana Helebçê kir û bi rayedarên Herêma Kurdistanê û vê parêzgehê ji wan bi Wezîrê Ewqafê yê Herêma Kuridstanê, Parêzgarê Helebçê Azad Tewfîq, Qayimeqamê Helebçê Nuxşe Nasih û desteya iraqî re hevdîtin pêk anî.

Desteya Parêzgeha Kirmanşanê piştî hevdîtinan di civîneke rojnamevanîyê de ragihand ku peywendîyên dualî û nemaze têkilîyên ticarî û aborî mêhwerên sereke yên wê hevdîtinê bûn.

Parêzgarê Helebçê Azad Tewfîq ragihand ku derîyên sînorî yên di navbera her du parêzgehên Kirmanşan û Helebçê de û cihanîna rêketinameyên berê, mijarên sereke yên gotûbêjan bûne û divê ew derîyên sînorî jibo hatinûçûyîna welatîyên her du alîyan û karên ticarî bên vekirinê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dewleta navendî ya Iraqê jî pêngavên di vî warî de rakin.

Parêzgarê Kirmanşanê Hûşeng Bazvend jî ragihand ku desteya wezîran a Îranê derîyên sînorî yên Şoşmê û Piştê jibo hatinûçûyîna rêwîyan bi fermî nas kirine.

Wî herwiha pêgirî kir ku heke cihanîna wê biryarê demeke zêde bigire ber xwe, rêbazên din jibo hatinûçûyîna rêwîyan ji wan derîyên sînorî dê bên cihanînê.

........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*