?>

Îrana Îslamî di tazîdariya şehadeta Mewlayê Muteqiyan Hz. Elî (S) de

Îrana Îslamî di tazîdariya şehadeta Mewlayê Muteqiyan Hz. Elî (S) de

Îrana Îslamî di tazîdariya ji ber salvegera şehîdbûna hezretê Elî (s) îmamê ewil ê şîeyên cîhanê de, seranser şîndar û tazîdar e.

ABNA24 : Îro 21 meha Remezana 1442`an a Koçî- Hîvî beramebrê 4`ê Gulana 2021`an, salroja şehadeta hezretê Elî(s) îmamê ewil ê şîeyên cîhanê ye.

Xelkê bawermend û momin û evîndarê Ehlê Beyta Îsmet û Teharetê (S) yê seranserê Îrana Îslamî îro sêşemiyê bi hildana ala û elemên reş li ser deriyên mal û dikanên xwe û mizgevt, tekaya, husêniye û îmamzadeyan û di rewşa ku telîmatên tendirustiyê ji bîr nakin û berçav digirin ji ber salvegera şehadeta hezretê Elî (s), îmamê ewil ê şîeyên cîhanê, di rê û resmên curbicur ên tazîdari û şîngêriyê beşdariyê dikin.

Şeva buhurî jî di şeva şehadeta Hezretê Elî (s) de bi milyonan mumin û hogirên Ehlê Beytê (s) bi berçavgirtina telîmatên tendirustiyê ji ber pandemya Koronayê li bajar û gundên Îranê bi taybet li bajarên pîroz ên wekî Meşhed û Qumê dest bi şîngêrî û tazîdarîyê kirin.

Sibeha 19'ê meha pîroz a Remezanê, Ibnê Mulcem Muradî ji koma Xewaric (derketiyên ji ola Xwedê teala), li halê ku hezretê îmam Elî(s) îmamê yekem ê şîeyan li mizgevta Kûfeyê nimêja sibeyê dixwand, şûrê xwe ya bijehrkirî li serê mubarek ê wî hezretî da. Îmamê yekem ê şîeyan piştî lêketina derbeya şûr, li malê hat razandinê û du rojan piştî vê bûyerê yanî di bîst û yekê meha pîroz a Remezanê de şehîd bû.

Şevên 19, 21 û 23'ê meha pîroz a remezanê, şevên Qedrê ne û misilman bi şiyarmayîna di van şevan de, girtina Quranê li ser serê xwe, dua û dîlekan dikin û bi xwendina duaya Coşenê Kebîr, bi Xwedayê xwe re diaxwivin. Radiyo û televîzyona Komara Îslamî ya Îranê, ji ber salroja şehadeta îmamê yekem ê şîeyên dinyayê sersaxiyê dide hemû misilmanan û azadîxwazên alemê.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*