?>

Îranê cezayên yekalî wekî tawanek li dijî mirovahiyê bi nav kir

Îranê cezayên yekalî wekî tawanek li dijî mirovahiyê bi nav kir

Nûnerê Daîmî yê Îranê li Neteweyên Yekbûyî kiryarên bi zorê yên yekalî yên wekî ceza, boykotên neqanûnî, bêexlaqî, nemirovane wekî cinayetên şer û tawanên dijî mirovahiyê bi nav kir.

ABNA24 : Mecîd Text-Rerwançî, nûnerê hertimî yê Îranê li Netewên Yekbûyî, ev mesele di civînek mecazî de ya jibo vekolandina bandorên pêngav û tedbîrên yekalî li ser gelên welatên dibin armanc ku ji hêla Îranê û neh welatên din ve li dar ket, xiste rojevê.

Text-Rerwançî got: Kiryarên bi zorê yên yekalî, di nav de cezayên neqanûnî, bêexlaqî û nemirovane digirin ber xwe, ku bi zelalî hiqûqa navneteweyî û herwiha gişt mafên bingehîn ên mirovan binpê dikin.

Nûnerê Daîmî yê Îranê li Neteweyên Yekbûyî di dewamê de got: Komara Îslamî ya Îranê ku Koronayê ew xistiye nav rewşeke dijwar bi salan e ketiye ber zext û zorên herî zêde û demdirêj, ev kiryara neqanûnî bûye sedem ku nikare bi bank û sizayên cîhanê re danustandinê darayî bike. Hin welatên rojavayî hin riyên derbasbûnê berçav girtin lê ew bi tenê li ser kaxezê bû li pratîkê ti feyda wan jî tinebû. Dûhat û bandora van siza û boykotan ji tendirustiya îraniyan pir xirab bû û ew bûn sebeb ku Îran nikaribe dewa û derman bikire. Ji ber vê yekê gelek ji xelkê Îranê bi teybet jin û zarokan jiyana xwe ji dest dan.

 Text-Rerwançî tekez kir ku sizayên ku Amerîkayê ser Îranê sepandin ji xelkê belengaz ê Îranê re bû sosret û got: Ji  ber cezayan dabînkirina derman û hewceyên dermankirinê rewş ji bo nexweşan, nemaze ji bo nexweşên penceşêrê, nexweşên minîkî û yên ku kîmyatorapiyê derbas dikin, dijwar kir.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*