?>

Îranê derbarê helwesta siyasî ya IAEA hişyarî da

Îranê derbarê helwesta siyasî ya IAEA hişyarî da

Sefîrê Îranê li Rêxistinên Navneteweyî yên Viyanayê diyar kir ku Helwesta vê dawiyê ya birêvebirê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) yekalî ye û qet hevkariyên erênî yên Îranê bi ajansê re berçav negirtiye û eva dikare bibe berbendek ser riya hevkariyên pêşerojê yên du alî.

ABNA24 : Îro IRNAyê ragihand, Sefîrê Îranê li Rêxistinên Navneteweyî yên Viyanayê Kazim Xerîbabadî li hevpeyvîna bi medyayên navneteweyî re desnîşan kir ku rapora IAEA bi mêjûya hevkariyên navbera Îran û ajansê re hev nayê û got: Ev rapor nayê bawerkirin çûnku li gor ti belge û rastiyekê nîne û gişt ber û layên hevkarî û pêşketinên bidest hatî tê de nehatiye berçavgirtin.

Xerîbabadî herwiha got: Têkiliya avaker hewceyê hawîrdorek erênî ye,  pêwîst e Ajans pêşdawerî û fikarên derew nexe rojevê û hem jî çend meselên biçûk û negirîng mezin neke.

Sefîrê Îranê li Rêxistinên Navneteweyî yên Viyanayê IAEA divê ku  meselên teknîkî yên ajansê û hevakriya bi Îranê re neke siyasî û helwesteke zelal derbarê gefa navokî ya Rejîma Siyonîst bigire ber xwe û wê rejîmê neçar bike ku peymana NPT îmza bikeû gişt hwldanên xwe yên navokî bêxe bin kontrol û çavdêriya Ajansê.

Rafael Grossi, rêvebirê giştî yê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA), roja Duşemê di civînek rojnamevanî de li Viyena got ku tu pêşkeftin di çareserkirina parastina bi Komara Îslamî re çênebûye.

Rêvebirê giştî yê IAEA desnîşan kir ku nebûna pêşkeftinê di zelalkirina pirsên Ajansê de derbarê rastbûn û bêkêmasîbûna danezanên peymana kontrol û parastina Îranê bi cidî bandor dike li ser karîna Ajansê ji bo misogerkirina biaştîbûna bernama navokî ya Îranê.

Birêvebirê ajans îdia kiriye ku Îran hergev dibêje hevkariyê dike lê ev kara nekiriuuye û bersiva pirsên me nade , em hêvîdarin ev rewş biguhere , lê heya vê demê di vî barî de ti pêşketineke ber bi çav çê nebûye.

Grossi, ku du sal in serokatiya IAEA dike, îddîayên ku ew wekî çalakiya nukleerî ya nevekirî ya li deverên curbicur ên Îranê bi nav dike, xistine rojevê.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*