?>

Iraqçî ji bo beşdarî di gera çaremîn a danûstandinên Rêkeftina Navokî dîsa çû Viyana

Iraqçî ji bo beşdarî di gera çaremîn a danûstandinên Rêkeftina Navokî dîsa çû Viyana

Cîgirê sîyasî yê Wezareta Karên Derve û serokê şandeya danûstandinan a Îranê gihişt Viyenayê paytexta Avusturya, jibo beşdarbûna di çaremîn gera danûstandinên Rêkeftina Navokî de.

ABNA24 : "Seyd Ebas IIraqçî", cîgirê sîyasî yê wezareta karên derve ya Îranê, îro Pêncşemiyê çû Viyenayê paytexta Avusturyayê(Otrîşê), jibo pişkdarîkirin di gera çarem a gotûbêjên Rêkeftina Navokî de.

Îro, Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê bi Rafael Grossi, Rêvebirê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re jî civiya.

Civînên vê dawiyê yên Komîsiyona Hevpara a  Rêkeftina Navokî di çarçêva vê rêkeftinê ji riya rakirina ambargo û dorpêçên Amerîkayê tên lidarxistin.

Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku şertê vegera Îranê ser soz û peymanên xwe yên li gor Rêkeftina Navokî eva ye ku Amerîka hemî cezayên dijî Îranî ji holê rake.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*