?>

Ji Amerîkayê tê xwestin ku li ser gaza li Herêma Kurdistanê kar bike

Ji Amerîkayê tê xwestin ku li ser gaza li Herêma Kurdistanê kar bike

Odeya Bazirganî ya Amerîkayê bo Joe Biden pêşniyar dike hevkariya sektora gaza Herêma Kurdistanê bike.

ABNA24 : Odeya Bazirganî ya Amerîkayê û Encûmena Bazirganî ya Amerîka-Iraqê pêşniyareke nû dane Serokê Amerîkayê Joe Biden bo karkirina rasterast ligel hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê bi taybetî di pêşxistina kêlgehên gaza xwezayî de.

Odeya Bazirganî ya Amerîkayê pêşniyar dike, Amerîka ji meha Nîsanê ve ligel destpêkirina Diyaloga Stratejîk girîngiyê bi çar waran bide; hevahengiya darayî û aborî, ku reformên di sîstema bankî ya Iraqê de li xwe digre, hevbeşkirina Iraqê di derbaskirina rewşa Koronayê de û destpêkirina diyaloga tendirûst, hevkarîkirina Iraqê bo bidestxistina gaz û elektrîkê bi awayekî serbixwe, herwiha handana pêşxistina aborî li navçeyên taybet ên aborî.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*