?>

Ji ber teqîna li Bexdayê- Bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn

Ji ber teqîna li Bexdayê- Bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn

Li paytexta Iraqê şeva borî teqînek bihêz qewimî û bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.

ABNA24 : Şeva borî li bazareke devera Sedir a Bexdayê teqînek çêbû.

Li gor zanyariyên destpêkê herî kêm 18 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Teqîn li bazara Wehîlat a Bexdayê çêbû û ev teqîn di demekê de bû ku welatiyên li wê deverê ji bo amadekariya Cejna Qurbanê danûstandin dikirin.

Heta niha ti aliyekî berpirsyariya teqînê negirtiye ser xwe.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî biryar da ku fermandarê polîsê wê deverê ji kar dûr bixe û derbarê wî de dest bi lêpirsînê were kirin.

Ev teqîn di demekê de pêk hat ku beriya niha Îstixbarata Serbazî ya Iraqê hişyarî dabû ku îhtimala rûdana bûyerên terorîstî li deverên Kerx, Resafe û Sedir heye.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*