?>

Ji duh heta îro 30ê Gulana 2021ê - 198 kesên din li Îranê ji ber Koronayê canê xwe ji dest dan

Ji duh heta îro 30ê Gulana 2021ê - 198 kesên din li Îranê ji ber Koronayê canê xwe ji dest dan

Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî da 8876 tûşbûyiyên nû hatine naskirin.

ABNA24 : Li gorî vê yekê, hejmara giştî ya tûşbûyiyên Koronayê ji destpêkê va heta niha li Îranê bûye 2 miliyon û 902 hezar û 94 kesî.

Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê ragihand ku heta niha 2 miliyon û 441 hezar û 528 kes ji nexweşên koronayî baş bûne.

Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 198 kesan di 24 saetên bihurî da û ragihand:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 79 hezar û 939 kesî kesî."

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*