?>

Ji duh heta îro 4ê Tîrmeha 2021ê - 165 kesên din li Îranê ji ber Koronayê canê xwe ji dest dan

Ji duh heta îro 4ê Tîrmeha 2021ê - 165 kesên din li Îranê ji ber Koronayê canê xwe ji dest dan

Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî da 13781 tûşbûyiyên nû hatine naskirin.

ABNA24 : Li gorî vê yekê, hejmara giştî ya tûşbûyiyên Koronayê ji destpêkê va heta niha li Îranê bûye 3 miliyon û 254 hezar û 818 kesî.

Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê ragihand ku heta niha 2 miliyon û 926 hezar û 226 kes ji nexweşên koronayî baş bûne.

Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 165 kesan di 24 saetên bihurî da û ragihand:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 84 hezar û 792 kesî kesî."

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*