?>

Jordaçûna asta kirrîna kelûpelên îranî li Herêma Kurdistanê bi dû boykotkirina kelûpelên Tirkîyê

Jordaçûna asta kirrîna kelûpelên îranî li Herêma Kurdistanê bi dû boykotkirina kelûpelên Tirkîyê

Serokê Yekitîya Barfiroşên Parêzgeha Silêmanîyê ragihand ku asta kirrîna kelûpelên îranî li Herêma Kurdistanê bi dû boykotkirina kelûpelên Tirkîyê jorda çû.

ABNA: Serokê Yekitîya Barfiroşên Parêzgeha Silêmanîyê Serwer Elî di hevpeyvîna digel Malpera Nûçan a Weşeyê de ragihand ku piştî destpêbûna boykotkirina kelûpelên Tirkîyê ji hêla welatîyên Herêma Kurdistanê ve ku weke berteka himberî êrişa Enqerê ser Kurdên Sûrîyê ye, asta kirrîna xwarin, mêwe, pincar û berhemên curbicur ên cotkarîyê ji Îranê jorda çûye.

Wî herwiha got ku mideha 2 hefteyên buhurî de bi sedan Ton mîwe û berhemên cotkarîyê û gellekî zêdetir ji berê ji derîyên sînorî yên digel Îranê derbasî Herêma Kuridstanê hatine kitrinê û asta wê jî roj bi rojê jorda diçe.

Berdevkê Yekitîya Bikirr û Biforoşan a Herêma Kurdistanê jî ragihand ku welatîyên Herêma Kurdistanê dikarin bi dilnîyayî kelûpel û berhemên Tirkîyê boykot bikin û nekirrin, çinku ew Yekitîya dikare wan kelûepalana ji welatên din ji wan Îranê bikirre û li bazarên Herêma Kurdistanê tiştek kêm nebe.

.........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*