?>

Kerkûk: 4 kesan di şewatekê canê xwe ji dest dan

Kerkûk: 4 kesan di şewatekê canê xwe ji dest dan

Li bajarê Kerkûkê bûyereke şewatê derket û li gor zanyariyan di bûyerê de 4 kesan canê xwe ji dest dane. Yek ji wan kesên canê xwe ji dest daye, zarok e.

ABNA 24:Peyamnêrê Rûdawê yê li Kerkûkê ragihand, bûyera şewatê li nav bazara taxa Domîz a bajarê Kerkûkê qewmiye û di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dane û kesek jî birîndar bûye.

Şahidhalekî bûyerê jî ji Rûdawê re got, 3 kes di nava dukana firinê de şewitîn û canê xwe ji dest dan. Bi gotina wî kesî, di bûyerê de jinek jî birîndar bûye.

Peyamnêrê Rûdawê da xuyakirin, tîmên Berevaniya Sivîl dereng gihîştin cihê şewatê û dema ku ew gihîştin cihê bûyerê, agir bi xwe vemiriyabû.

Di encama bûyerê de çend dikan, otomobîlek û 3 motorsîklêt jî bi temamî şewitîne.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*