?>

Larîcanî: Îran amade ye alîkarîya Libnanê bike

Larîcanî: Îran amade ye alîkarîya Libnanê bike

Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê pêgirî kir ku Têhranamade ye di warên curbicur ji wan aborî, pêşeyî, zanist û leşekrî de alîakrîya Libnanê bike.

ABNA: Elî Larîcanî Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê şeva buhurî di civîneke çapemenîyê li Bêyrûtê de xwest ku peywendîyên Têhran û Bêyrûtê bên berfirekirinê û dîyar kir ku Komara Islamî ya Îranê jibo hevkarîya digel Libnanê hîç sînorekî nas nadane.

Larîcanî herwiha amajeyî destwerdanên Amerîkayê di karên navxweyî yên Libnanê de kir û got: Amerîkî bilî azirandinê karekî din nizanin û bidû serdestkirina Israyîlê li herêmê ne.

Serokê Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê helwesta Amerîkayê ya têrorîstbinavkirina Hizbullaha Libnanê jî şermezar kir û got: Hizbullah ji zarokên gelê Libnanê pêk hatîye û sermîyaneke mezin jibo vî welatî ye ku himberî zilm û zorbêjîya Rêjîma Sîyonîst sekinîye.

Larîcanî amajeyî qeyrana Yemenê jî kir û got: Gelê xwedîşaristanîyeta kevin û kokvedayî yê Yemenê tûşî rêjîmeke zalim û pîs bûye ku xelkê û binesazîyên Yemenê dide ber bombeyan.

Serokê Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê pesna berxwedana gelê Yemenê himberî Hevalbendîya Seûdî da û got: Gelê qareman ê Yemenê yê bê guman himberî zorbêjan ser keve.

Larîcanî amajeyî kiryara têrorîstî ya Amerîkayê ya têrora serdar sipehbod Qasim Silêmanî Fermandeyê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî kir û got: Têrora serdar Silêmanî bû sedema berteka gelê navçê jibo şermezarkirina wî karê têrorîstî.

Serokê Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê bi merema gotûbêja digel rayedarên libnanî Yekşemê şevê ji Şamê derbasî Bêyrûtê bû.

............
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*