?>

Leşkerên Tirkiyê 2 wesayîtên pêşmergeyan gullebaran kirin

Leşkerên Tirkiyê 2 wesayîtên pêşmergeyan gullebaran kirin

Li ser riya Gerwî Baran li nêzî gundê Şêx Zadan di dema derbasbûna 2 wesayîtên hêzên pêşmergeyan de, artêşa Tirkiyê herdu wesayît gullebaran kirin. Gulle li ber wesayîta fermandarekî pêşmergeyan ket.

ABNA24: Duh li herêma Sîdekan a ser bi Hewlêrê, dema 2 wesayîtên hêzên pêşmergeyan ji baregeha Girê Gurmemik ya Herêma Kurdistanê ber bi gundên Alekan û Gureşîn diçûn, li nêzî gundê Şêz Zadan ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatin gullebaran kirin.

Gulle li ber wesayîta fermandarê pêşmergeyan ê bi navê Salih Mihemed ket. Bi selametî rizgar bû.
Selih Mihemed bûyer piştrast kir û ragihand ku li ser erka parastina sînor bûn û got;”Ji me re ferman nehatiye ku bersiva ti hêzekî leşkerî bidin.”

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*