?>

Li 12 gundên Bedlîsê qedexe hat ragihandin

Li 12 gundên Bedlîsê qedexe hat ragihandin

Li 12 gund û mezrayên navçeya kurdnişîn a Xîzana Bidlîsa li Tirkiyê derketina derva hat qedexekirin.

ABNA24 : Li gor daxuyaniya Walîtiya Bedlîsê hin gund û mezrayên Xîzanê heta fermaneke din derketina derva hat qedexekirin.

Walîtiya Bedlîsê di daxuyaniyê de diyar dike ku qedexe ji îro 6ê Hezîrana 2021ê destpê dike û heta fermaneke din berdwam dike.

Gundên ku qedexe lê hatine ragihandin wiha ne  Patyar, Kemalan, Hêgin, Endiyanis, Harmusê, Olçulu, Kamsar, Sidres, Biro, Sêz, Aktay û Karal.

Parêzgariyê hişyarî bi welatiyan jî da  ku ew pabendî biryarên qedexeya hatûçûnê bibin û di demên pêwîst de ji bo derketina derve destûrê bixwazin.

Herwiha hate gotin ku ew kesên vê biryarê binpêbikin dê werin cezakirin.  

Biryar e ligel qedexeya hatûçûnê operasyonên artêşa Tirkiyê yên li hemberî PKKê li wan deveran bên destpêkirin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*