?>

Li Amedê girtiyê nexweş ê 83 salî bi kelepçekirî birin nexweşxaneyê

Li Amedê girtiyê nexweş ê 83 salî bi kelepçekirî birin nexweşxaneyê

Li Amedê bajarê kurdî yê Tirkiyê girtiyê nexweş ê 83 salî Mehmet Emîn Ozkan, bi rengekî kelepçekirî birin nexweşxaneyê.

ABNA24 : Duh serê sibê rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan xera bû. Leşkeran kelebçe li destê Ozkan dan, ketin milê wî û bi kelebçekirî birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîla Amedê.

Piştî testên hatin kirin Ozkan li nexweşxanê bi textê razanê ve kelebçe kirin. Di dîmenên li ber nexweşxanê hatine girtin de tê dîtin ku Ozkan bi zehmetî xwe li ser pêya digire û gavên xwe diavêje. Herdu destên wî ji pêş ve kelebçekirî ne.

Malbata Ozkan ji bo ku li nexweşxanê lê binêrin serî li Serdozgeriyê û Rêveberiya Girtîgeha Amedê da.Ozkan 25 sal in girtî ye. Heta niha 5 caran krîza dil kiriye û 4 caran anjiyo bûye. Nexweşînên wek dil, tansiyon, guatra bijehrî, helandina hestiyan, gurcik û roviyan, zeîfbûn, nabîne, nabihîze, hişê wî diçe û gelek nexweşînên din pê re peyda bûne.

Ji meha Gulanê ve rewşa Ozkan her ku diçe giran dibe û di navbera 17, 18 19, 20 û 25’ê Gulanê de bi giştî 6 caran ew rakirine nexweşxanê.

Ew bi tometa endambûna PKKê û kuştinê hatiye zîndanîkirin lê belê ji bo van tometa ti belgeyeke bawerpêkirî raber nekirine.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*