?>

Li Amedê - Şêx Seîd û hevalên wî hatin bibîranîn

Li Amedê - Şêx Seîd û hevalên wî hatin bibîranîn

Di 96emîn salvegera şehîdkirina Şêx Seîd û hevalên wî de çalakiyên bîranînê û panel hatin li darxistin.

ABNA24 : Di 96emîn salvegera şehîdkirina Şêx Seîd û hevalên wî de çalakiyên bîranînê û panel hatin li darxistin. Di çalakiyan de bang hate kirin ku divê êdî cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî werin aşkerekirin.

Li Diyarbekirê bi boneya 29ê Hezîranê Salvegera Şehîdkirina Şêx Seîd û hevalên wî de çalakiyên bîranînê hatin li darxistin, daxuyanî hatin dayîn û panel hatin pêşkêşkirin. Di Qada Şêx Seîd de jî ji aliyê Komeleya Şêx Seîd ve civînek çapemeniyê hat li darxistin. Di civînê de endamên malbata Şêx Seîd û parlementer amade bun.

Serokê Komeleya Şêx Seîd û andamê malbatê Kasim Firat amaje kir ku divê hemu Kurd hurgiliyên Serhildana 1925an bizanin û bidin zanîn û her wiha anî zimên di Serhildana 1925an de gelek Kurd hatin qetilkirin û Kurd bi kuştina naqedin û divê êdî ziman û çanda Kurdan were nasîn.

Kasim Firat ji K24ê re ragihand: “Eger em bixwazin tevgera Şêx Seîd Efendî fam bikin divê em bibînin ku Şêx Seîdê 63 salî di nava zivistanê de, bi hespê xwe, rahiştiye çeka xwe û serî hildaye. Divê Kurd berî her tiştî vê rewşê şîrove bikin û ji Kurdan re bibe mînak.”

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*