?>

Li Amerîkayê di êrîşeke çekdarî de 2 kes mirin, 3 kes birîndar bûn

Li Amerîkayê di êrîşeke çekdarî de 2 kes mirin, 3 kes birîndar bûn

Li bajarê Cincinnati yê ser bi eyaleta Ohio ya Amerîkayê di êrîşeke çekdarî de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn. Hat ragehandin heta naha nasnameya êrîşkar nehatiya diyar kirin.

ABNA24 : Berpirs li polîsê Cincinnatî Lisa Davis di civîneke çapemeniyê de ragehand, di roja serxwebûna Amerîkayê ya 4ê tîrmehê bi şev li parka Smale ya li navenda bajar êrîşeke çekdarî pêkhatiye.

Di encama wê êrîşê de kesek li cîhê bûyerê, kesek jî li nexwaşxaneyê jiyana xwe ji dest didin û 3 kesên birîndar jî rakirine nexwaşxaneyê û rewşa kesekî girane.

Heta naha nasnameya kesê êrîşkar nehatiya diyar kirin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*