?>

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kes bi Covid-19 mirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kes bi Covid-19 mirin

Desteya Tendiristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand, di 24 demjimêrên dawî de li navçeyên di jêr desthilata wê rêveberiyê de 62 kesên din bi vîrusa coronayê ketine û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane.

ABNA24 : Li gor daxuyaniya Desteya Tendirustiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di 24 demjimêrên derasbûyî de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamên pişkinînên coronayê yên 62 kesan pozîtîv derketine, ku 26 kes ji wan û 36 kes jî jin in.

Desteya Tendirustiyê diyar kiriye, herî zêde li Heske û Reqayê pêketina bi Covid-19 hatiye tomarkirin ku li li Hesekê 19 û li Reqayê 14 kes bi vê vîrusê ketine.

Li gor desteyê, ji duh ve heta îro li Qamişlo 4 kes, li Dêrikê 3, li Dirbêsiyê 2, Li Rimêlanê 1, li Kobanî 3, li Tebqa 4, li Dêrazorê 4, li Minbicê 3 û li Kampa Holê 5 kes bi vîrusa Covid-19 hatine tomarkirin.

Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir, di nava 24 demjimêrên bihorî de 3 kesan jî li herêmê canê xwe ji dest dane ku jinek û mêrek ji Hesekê ne û mêrek ji Qamişloyê ye.

Herwiha di 24 demjimêrên bihorî de 11 kes ji nexweşên coronayê jî li herêmê baş bûne.

Li gor amarên fermî yên Desteya Tendirustiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêkê ve heta niha 17 hezar û 919 kes bi coronayê ketine, ji wan 732 kesan jiyana xwe ji dest dane û 1 hezar û 815 kes jî baş bûne.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*