?>

Li Dêrsimê ji ber bêhurmetiya polîsan li jinekê, xelkê civînên protestoyê li dar xistin

Li Dêrsimê ji ber bêhurmetiya polîsan li jinekê, xelkê civînên protestoyê li dar xistin

Li bajarê kurdnişîn ê Dêrsimê li Tirkiyê piştî ku polîsan rê li ber jinekê girtin û bi şêwazekî tund reftar lê kirin, di navbera hemwelatiyan û polîsan de alozî derket. Parêzgariya Dêrsimê jî bona aramkirina xelkê îdia kir ku ew herdu polîs ji kar hatine dûrxistin.

ABNA24 : Li gor zanyariyan duh, li meydana Cumhuriyetê ya bajarê kurdnişîn li Tirkiyê polîsan rê li ber jinekê girtin û li gel daxwaza nasnamê ew avêtin erdê û bi demançê gef lê xwarin.

Wê jinê jî li hember vê helwest û reftara tund a polîsan bertek nîşan da û qêr kir, li ser vê yekê hemwelatiyên li derdorê jî nerazîbûn nîşan dan.

Polîsan jî gulle berdan esman bo ku xelkê li deverê belav bikin û hejmareke zêde ya hêzên emnî bo cihê bûyerê hatin veguhastin.

Parêzgariya Dêrsimê jî li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir û ji bo aramkirina xelkê îdia kir ku derbarê wan herdu endamên hêzên emnî de lêpirsîn hatiye destpêkirin û herdu jî ji kar hatine dûrxistin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Dêrsimê bûyer duh saet 16.00 çê bûye û “polîsan ew jin şibandine jineke din a gumanbar û daxwaza nasnamê jê kirine. Lê di navbera wê jinê û herdu polîsan de niqaş derketiye û hemwelatiyên derdorê jî wisa hizir kirine ku bûyereke destdirêjiyê ye û nerazîbûn nîşan dane.”

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*