?>

Li Efrîna dagirbûyî teqînek pêk hat; Zarokek birîndar bû

Li Efrîna dagirbûyî teqînek pêk hat; Zarokek birîndar bû

Li bajarê Efrînê yê bakurê Sûriyê bombeyek teqiya û di encama bûyerê de zarokek birîndar bû.

ABNA24 : Li gorî nûçeya Kurdistan 24ê, Jêderekî ji bajarê dagirkirî yê Efrînê ji K24ê re ragihand; li nêzîkî xaçerêya Newroz a li navenda Efrînê bombeyek teqiya û zarokek birîndar bû.

Ji dema ku artêşa Tirkiyê herêma Efrînê dagir kiriye, li nav bajêr car caran teqîn çêdibin û di encama teqînan de welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.

Efrîn ji 18ê Adara 2018an ve di bin dagirkeriya artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi wê de ye.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*