?>

Li Efrînê çekdar dest bi ser mal û dukanên Kurdan de digirin

Li Efrînê çekdar dest bi ser mal û dukanên Kurdan de digirin

Komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve di binpêkirinên xwe de li Efrînê berdewam in û herî dawî jî dest danîne ser mal û milkên çend welatiyan li gundekî navçeya Mabata ya Efrînê.

ABNA24 : "Lîwaê Şemal ya oposizyona Sûriyê ku ser bi Tirkiyê ve ye, dest daniye ser 3 malan û dukanekê, li gundê Afraziya li navçeya Mabata ya herêma Efrînê.

Li gorî heman çavkaniyan, xwediyên wan her sê malan, berê bi zorê ji malên xwe hatibûn derxistin û Erebên hawirde li wan malan diman, lê wê koma çekdar ew Erebên hawirde jî ji wir derxistin.

Artêşa Tirkiyê û Komên çekdar ên tundrew ku Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurd de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û Komên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sedan hezar kurdmal û warên bi cî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan."

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*