?>

Li Efrînê çekdarên ser bi Tirkiyê 12 welatî girtin

Li Efrînê çekdarên ser bi Tirkiyê 12 welatî girtin

Li gundê Hikce ser bi nehyeya Şiyê ya Efrînê çekdarên Lîwaa Weqas a ser bi Tirkiyê 12 gundî girtin û îşkence kirin.

ABNA24 : Li gorî rapora Rûdawê, Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, li gundê Hikce ser bi nehyeya Şiyê ya Efrînê çekdarên Lîwaa Weqas ser bi Tirkiyê 12 gundî girtin û êşkence kirin, ev jî bi tometa ku wan gundiyan çend şivanên Idlibê ligel pezên wan ji nav zeviyên xwe qewirandine.

Li gor heman çavkaniyê, piştî êşkencedana çend demjimêran ji aliyê çekdarên Lîwaa Weqas ve dijî gundiyên Hikce hatine berdan, lê tenê gundiyek li ba çekdaran girtî maye, ev jî bi hinceta ku birayê wî sixêfên xirab ji wan şivanan re dane û berdana wî jî girêdayî radestkirina birayê wî ye.

Di 24ê Gulana borî de jî li gundê Qermîtliq ser bi nehyeya Şiyê ya Efrînê, çekdarên Emşat dest danîbûn ser zeviyên gundiyekî ku li Tirkiyê dimîne.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*