?>

Li Efrînê teqînek pêkhat

Li Efrînê teqînek pêkhat

Li bajarê dagîrbûyî yê Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê teqînek pêkhat û li gor zanyariyên destpêkê, ti ziyanên canî nebûye.

ABNA24 : Li gor çavkaniyên nûçeyan ên herêmî îro danê sibê li taxa Mehmûdiyê ya bajarê kurdnişîn ê Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ew dagir kiriye, bombeyeke vedayî bi otomobîlekê de teqiya.

Li gor zanyariyên çavkaniyên nûçeyan, di encama teqînê de ti ziyanên canî nebûye û ziyan tenê madî bûne.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grubên çete ve, car caran teqîn rû didin û di encamê de jî piranî welatiyên sivîl dibin qurbanî.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*