?>

Li Enqerê êrîşî malbateke Kurd kirin: 4 kes birîndar bûn

Li Enqerê êrîşî malbateke Kurd kirin: 4 kes birîndar bûn

Li navçeya Altindag a Enqereya paytexta Tirkiyê malbateke Kurd rastî êrîşekê hat.

ABNA24 : malbateke Kurd ji ber ku li ser erdê xaniyê wan paşmahiyên qurbanê mane, bertek li kesên ku qurbanê serjê kirine nîşan dane û ji ber vê bertekê êrîşî wanhatiye kirin.

Di destpêka bûyerê de endamekî malbata Kurd rastî êrîşa bi bivir hatiye û piştre bi çekan êrîşî wî kirine û ew birîndar kirine.

Ji heman malbata Kurd 3 kesên din jî rastî êrîşê hatine û birîndar bûne. Hat ragihandin ku ji wan 4 birîndaran rewşa 2 kesan giran e.

Kesên ku birîndar bûne bo nexweşxaneyê hatin veguhestin û ji bo 2 kesên ku bi giranî birîndar bûne, dest bi neştergeriyê hatiye kirin.

Halit Boztaş ku di êrîşê de 3 kurên wî birîndar bûn ragihand; du car êrîş li wan hatine kirin û cara duyem nêzîkî 150 kes di êrîşê de cih girtine.

Boztaş diyar dike ku li wî bajarî bi salan e rastî êrîşên devkî û gefan tên.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*