?>

Li Fas bota koçber û penaberan noqî avê bû: 44 kes mirin

Li Fas bota koçber û penaberan noqî avê bû: 44 kes mirin

Bota (qayiqa) penaberên ji bajarê Ebû Xater a li perava Atlantîk a Fas anku Maroko ku dixwestin derbasî giravên Kanarya yên Spanyayê bibin noqî avê bû û herî kêm 44 koçber û penaberan jiyana xwe ji dest dan.

Li başûrê Fasê penaberên xwestin biçin Spanyayê birê ketin û bota wan noqî avê bû. Piştî bûyerê Berdevka Gruba Parastina Koçberan a Caminando Fronteras, Helena Maleno daxuyaniyek da û got, ji bûyerê 12 kes rizgar bûne û hatine girtin û termê 7 kesan jî hatiye dîtin.

Helena Maleno ragehand, di bûyerê de 44 kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî hîn di behrê de mane û li herêmê xebatên lêgerînê berdewam dikin.

Meha borî ya Adarê jî li bajarê Tarfaya ya li başûrê Atlantîk a Fasê bûyerekî heman awayî pêkhat û jin û zarok û pitik jî di nav de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*