?>

Li Heftanîna Herêma Kurdistanê 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Li Heftanîna Herêma Kurdistanê 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

PKK'ê ragihand ku li herêma Heftanînê 2 leşkerên artêşa Tirkiyê hatine kuştin.

ABNA24 : PKKê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wê 20'ê Nîsana 2021'ê li qada Xantûrê ya herêma Heftanînê êrişî ser pêgeha hêzên Tirkiyê li ser girê kirin ku di enacama vê êrişê de çekek A-4 a li kozikê hate îmhakirin û 2 serbazên Tirkiyê jî hatin kuştin. Her wiha kamerayeke mobese ya hêzên Tirkiyê li ser girê jî hate îmhakirin.

Herwiha 15'ê Nîsanê saet di 18:10'an de balafirên şer ên Tirkiyê bombe li qada Kesta ya herêma Metînayê barandin.

16'ê Nîsanê saet di navbear 14:30-15:00 de balafirên şer derdora Gundê Mînberê yê li qada Deşta Nehlê ya herêma Garê bombe kirin.

19'ê Nîsanê saet di 15:00 de jî balafirên şer qada Saca û saet di 15:10'an de jî qadên Çemço û Sîda yên Zapê bombe kirin.

PKKê dibêje ku ji ber van êrişên hewayî yên artêşa Tirkiyê ti hêzekî wî nehatiye kuştin û ew nûçeyên ku hikûmeta Tirkiyê li vê barê de weşandine red dike.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*