?>

Li Herêma Kurdistanê 206 kes bi koronayê ketin û 5 kes jî mirin

Li Herêma Kurdistanê 206 kes bi koronayê ketin û 5 kes jî mirin

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê aşkere kir, ku di 24 demjimêrên bihorî de 206 kes bi vîrusa nû ya koronayê anku COVID-19 ketine û 5 kesan jî canê xwe ji dest dane.

ABNA24: Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, di 24 demjimêrên bihorî de li Hewlêrê 37 tûşbûyên koronayê hatine tomarkirin û 2 kesan jî li Hewlêrê canê xwe ji dest dane.

Herwiha li parêzgeha Silêmaniyê jî di nava 24 demjimêran de 131 rewşên nû yên pêketina bi koronayê hatine tomarkirin û 3 kesan ji tûşbûyên vîrusê jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê daye xuyakirin, li devera Germiyanê 14 kes û li devera Raperînê jî 18 kes bi koronayê ketine.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, li parêzgeha Helebceyê jî di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 6 haletên nû yên tûşbûna bi koronayê hatine piştrastkirin.

Li gor daxuyaniyê, li parêzgeha Duhokê îro ti rewşên nû yên tûşbûna bi koronayê nehatine tomarkirin.

Bi wan kesan re hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Herêma Kurdistanê bi COVID-19 ketine, gihîşte 2 hezar û 307 kesan, ku ji wê hejmarê 1 hezar û 16 kes baş bûne û 47 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Wezaretê herwiha amaje bi rêjeya pişkinînên koronayê li herêma Kurdistanê di 24 demjimêrên bihorî de kiriye û ragihandiye, 2 hezar û 389 pişkinîn hatine kirin û hejmara giştî ya pişkinînan ji destpêkê ve heta niha 103 hezar û 764 pişkinîn in.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*