?>

Li Herêma Kurdistanê 5 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Herêma Kurdistanê 5 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Herêma Kurdistanê hejmara kesên ji Koronayê baş bûne, bi ser 155 hezar kesan ket. a

ABNA24 : Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 198 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 198 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 16 kes li Hewlêrê, 32 kes li Silêmaniyê û150 kes li Duhokê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 3 kes li Hewlêrê, 1 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1104 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 168862

Mirin: 4266

Başbûn: 155069

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*