?>

Li herêma Kurdistanê 516 kesên din bi vîrusa koronayê ketin

Li herêma Kurdistanê 516 kesên din bi vîrusa koronayê ketin

Wezareta tenduristiya herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî ragehand li herêma Kurdistanê di 24 saetên borî de 516 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 7 kesên pêketiyê vîrusa koronayê jî jiyana xwe ji dest dane.

ABNA24 : Îro 24.03.2021ê wezareta tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî ragehand, di 24 saetên borî de li herêma Kurdistanê 516 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û bi giştî jî hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li herêma Kurdistanê gihêştiye 116 hezar û 811 kesan.

Herwaha li gor heman daxuyaniyê di 24 saetên borî de 7 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û bi giştî hejmara kesên ji ber pêketina bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane li herêma Kurdistanê gihêştiye 3 hezar û 617 kesan.

Hat ragehandin heta naha 107 hezar û 418 pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.  

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*