?>

Li Herêma Kurdistanê 6 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Herêma Kurdistanê 6 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 141 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

ABNA24 : Li gorî rapora Kurdistan24ê, Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 141 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 141 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 44 kes li Hewlêrê, 14 kes li Silêmaniyê, 52 kes li Duhokê, 11 kes li Helebceyê û 20 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 2 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê û 3 kes li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de  753 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 187 kes li Hewlêrê, 217 kes li Silêmaniyê, 299 kes li Duhokê, 12 kes li Helebceyê, 33 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*