?>

Li Herêma Kurdistanê 670 kesên din bi Koronayê ketin

Li Herêma Kurdistanê 670 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 670 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

ABNA24 : Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 670 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 670 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 173 kes li Hewlêrê, 241 kes li Silêmaniyê, 188 kes li Duhokê, 10 kes li Helebceyê û 58 kes li Germiyanê ne.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê  herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 2 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 749 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 207 kes li Hewlêrê, 222 kes li Silêmaniyê, 244 kes li Duhokê, 17 kes li Helebceyê, 54 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 168027

Mirin: 4253

Başbûn: 153105

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*