?>

Li Herêma Kurdistanê bi 'Normalbûn'ê rewş girantir bû

Li Herêma Kurdistanê bi 'Normalbûn'ê rewş girantir bû

Di serdema pandemîyê de li Herêma Kurdistanê rewş baş bû lê bi "Normalbûn"ê re rewş girantir bûye. Di vê serdemê de rewşa mirinên ji vîrûsa koronayê ji sedî 1'ê derket sedî 2'yan.

ABNA24: Li gorî rapora malpera Diyarnameyê, Wezîrê Tenduristî yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî li ser vîrusa Koronayê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku li Herêma Kurdistanê rewş her ku diçe xirabtir dibe. Berzencî diyar kir ku leza belavbûna nexweşiyê ji sedî 1.6 derketiye sedî 1.9 û derbasî serdema duyemîn a nexweşiyê bûne.

Berzincî diyar kir ku rewşa mirinên ji vîrusa Koronayê ji sedî 1'ê derket sedî 2'yan û wisa domand: "Li Hewlêrê me îro 26 nexweş diyar kirin. Yên diyar nebûne jî hene, talûke heye ku hê gelek kesên din bi nexweşiyê bikevin."

Di mehên Sibat (Reşemî),Adar û Avrêlê de li Herêma Kurdistanê tevdîrên baş hebûn û ji ber ku bûyerên nû û mirinên nû çênebûn di 11'yê Gulanê de rakirina qedexeyan hat ragihandin, piştî wê bûyer zêdetir bûn. Di her sê mehan de tenê 4 kes ji vîrusa Koronayê miribûn lê bi normalkirina rewşê re hejmar bi lez zêde bû.

Li aliyê din li bajarê Silêmanîyê duh 71 kesên din, li Hewlêrê 15 kesên din bi vîrûsê ketin. Heta niha li Herêma Kurdistanê hezar û 310 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 458 kes baş bûne û 26 kes jî mirine.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*