?>

Li Herêma Kurdistanê tenê 39 nexweşên Coronavirûsê di nexweşxanê de mane

Li Herêma Kurdistanê tenê 39 nexweşên Coronavirûsê di nexweşxanê de mane

Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê ragihand di 24 saetên dawî de hezar û 731 testên koronayê hatine çêkirin, encama hemû testan negatîf derketin. Her wiha hate ragihandin li Herêma Kurdistana Iraqê bi tenê 39 nexweşên virûsê di nexweşxanê de mane.

ABNA 24: Wezareta Tendirustî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê têkildarê zanyariyên dawî yên virûsê daxuyaniyek nivîskî belavkir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin di 24 saetên dawî de 1731  testên virûsê li Herêma Kurdistanê hatin encam dan. Di encamê de derket holê ku ti kes bi virûsê neketine.

Li gorî daxuyaniyê heya niha li Herêma Kurdistanê 387 kes bi virûsê ketine,343 kes baş bûne, 5 kes mirine û niha tenê 39 nexeş di bin çavdêriiya dixtoran de mane.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*