?>

Li Hindîstanê di 24 saetên borî de 4 hezar û 77 kes ji ber pêketina koronayê mirin

Li Hindîstanê di 24 saetên borî de 4 hezar û 77 kes ji ber pêketina koronayê mirin

Li Hindîstanê di 24 saetên borî de 4 hezar û 77 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan, lê pispor dibêjin dibe ku hejmara rast a pêketin û mirinan wek tê aşkera kirin, gelek zêdetir be.

ABNA24 : Li gor daxuyaniya wezareta tenduristiya Hindîstanê di 24 saetên borî de 311 hezar û 170 pêketinên nû yên vîrusa koronayê hatine tomar kirin. herwaha bi giştî jî heta naha li Hindîstanê 24 milyon û 684 hezar û 77 kes bi vîrusa koronayê ketine.

Hat ragehandin di 24 saetên borî de 4 hezar û 77 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û  bi giştî jî hejmara pêketiyên vîrusa koronayê yên jiyana xwe ji dest dane li Hindîstanê geheştiye 270 hezar û 284 kesan.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*