?>

Li Metîna û Heftenînê şerên dijwar derketin

Li Metîna û Heftenînê şerên dijwar derketin

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku leşkerê wan ê li Metînayê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest daye. HPGê jî kuştina 3 leşkerên Tirkiyê li Heftenînê ragihand.

ABNA24 : Wezareta Berevaniya Tirkiyê derbarê operasyonên li ser axa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û tê de eşkere kir ku leşkerek din jî ku di operasyona Pençe-Birûsk de birîndar bibû canê xwe ji dest daye.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku di operasyona Pençe-Birûsk de leşkerê pispor yê bi navê  Ahmet Asan ku di bin çareseriya pizişkî de bû, canê xwe ji dest daye û termê wî ji Colemêrgê bo  Kutahya hatiye veguhastin.

Li aliyê din Hêzên PKKê ragihand ku şervanên wan leşkerên Tirkiyê yên li Girê Qesrokê yê li herêma Heftenînê kirine armanc.

Li gor daxuyaniya PKKê di encama êrişa gerîlayan de 3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û “mobese û radarek” jî hatine jinavbirin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê diyar dike ku di operasyonên Pençe-Birûsk de ku 23ê Nîsanê li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna li nav  axa Herêma Kurdistanê destpê kirine, heya niha 6 leşkeran canê xwe ji dest daye.

Ji aliyekî din ve Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar serdana Navenda Operasyonan a li parêzgeha Şirnexê kir ku operasyonên Tirkiyê yê li nava axa Herêma Kurdistanê birêve dibe.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*