?>

Li Mûsilê 123 term ji goreke bikom hatine derxistin

Li Mûsilê 123 term ji goreke bikom hatine derxistin

Duh yekşemê 13.06.2021ê li herêma zindana Badoş li rojavayê Mûsilê goreke bikomî hat vekirin û 123 term jê hat derxistin.

ABNA24 : Rojname Şarqul Ewset di raportekê de aşkere kiriye yek ji gorên bikomî yên rêxistina terorîst a DAIŞê li rojavayê Mûsilê hatiye vekirin û 123 term ji wê gora bi kom hatine derxistin.

Herwiha ligor raporta Şerqûl Ewsetê ew term ji bo pişkinîna DNAyê hatine şandin û piştî raporên pizîşkî wê nasnamên wan qurbaniyan werin aşkerekirin.

Rêxistina terorîstî ya DAIŞê di Hezîrana 2014an de êrîşî Mûsilê kir û nêzîkî 600 zindaniyên zindana Badoş li rojavayê  Mûsilê kuştin û di sala 2017an de hat zanîn ku ew bi gorên komî hatine veşartin.

Ligor zanyariyan raportên Neteweyên Yekbûyî DAIŞê li seranserî Iraqê 200 gorên bi kom li dû xwe hiştine û tê texmînkirin 12 hezar kes di wan gorên bi kom de hene.  Desthilata DAIŞê ji sala 2014an heta 2017an li Iraqê berdewam kir.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*