?>

Li Nasiriyê agir bi binkeya esmanî ya Îmam Elî (S) ket

Li Nasiriyê agir bi binkeya esmanî ya Îmam Elî (S) ket

Agir bi Binkeya Esmanî ya Îmam Elî (S) li Nasiriye ya parêzgeha Zîqarê ketiye û tîmên berevaniya sivîl û agirvemirandinê hewl didin agir kontrol bikin.

ABNA24 : Medyaya fermî ya Iraqê ragihand, “agir bi beşa mana karmendan û sê depoyên li nav binkeya ketiye û çend kerevanên (kaneksên) taybet bi xwendekarên hêza esmanî şewitîne, lê belê zirar tenê maddî ne û ti zirarên canî çênebûne.”

Hejmarek otomobîlên berevaniya sivîl çûne cihê bûyerê û hewl didin şewatê kontrol bikin.

Duh jî li bajarê Kerbelayê agir bi otêlekê ket û  bi tevahî şewitî. Di bûyerê de kesekî canê xwe ji dest da û 78 kesên di nav otêlê de jî hatin rizgarkirin.

Heftiya bihorî jî agir bi beşa taybet bi pêketiyên Coronayê li Nexweşxana Îmam Husên (S) li bajarê Nasiriye ya navenda parêzgeha Zîqarê ketibû û li gor amarên Wezareta Tendirustiya Iraqê, di bûyerê de 60 kesan canê xwe ji dest dan ku termên 21 kesan nehatin naskirin û zêde ji 100 kes jî birîndar bûn.

Herwiha di dawiya meha Nîsanê de jî li Bexdayê agir bi Nexweşxana Îbnê Xetîb ketibû û di wê bûyerê de jî li gor Wezareta Tendirustiya Iraqê 82 kesan canê xwe ji dest dabûn. Lê Komîsyona Mafên Mirov a Parlamenta Iraqê wê demê ragihand, hejmara qurbaniyan zêdetir e û 130 kesan canê xwe di bûyerê de ji dest dane.

Wezareta Navxwe ya Iraqê di Nîsana îsal de ragihand, “7000 bûyerên agirketinê ji meha Çile heta Adara îsal li welat hatine tomarkirin ku piraniya wan ji ber kontakta elektrîkê bûne”.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*