?>

Li Serê Kaniyê di navbera çeteyên Tirkiyê de şer derket

Li Serê Kaniyê di navbera çeteyên Tirkiyê de şer derket

Li bajarê Serê Kaniyê yê kurdan li bakurê Sûriyê ku artêşa tirk û çeteyên wê ew dagir kirine di navbera grûpên çete ên ser bi Tirkiyê de şer û pevçûn derket û di encam de hejmarek çete birîndar bûn.

ABNA24 : Li gor çavkaniyên xwecehî di şerê navbera wan grûpan de çekên normal û giran hatine bikaranîn û di encam de hejmarek çete birîndar bûne û herwiha zerar û ziyan gihiştiye malên welatiyên navçê, lê derbarê navê wan grûpan de ti zanyarî nehatine belavkirin.

Li aliyekî din li gor heman çavkaniyan çeteyên grûpa Hemzat a ser bi Tirkiyê êrîşî malên sê malbatan li naveraste bajarê Serê Kaniyê kirine û gef li wan xwarine da ku wan neçar bikin ji malên xwe derkevin û dest deynin ser malên wan.

Wek tê zanîn berî niha jî çendîn car şer û alozî di navbera grûpên çete yên ser bi Tirkiyê de li ser mal û milkê xelkê kurd ên navçê derketiye.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*